Kayyım atanan Êlih Belediyesi önünde halkların direnişi devam ediyor. İçişleri Bakanlığı tarafından 4 Kasım’da Batman Valisi Ekrem Canalp’in kayyım olarak atandığı Êlih’te, halk 3 gündür yaptıkları eylemlerle kayyımı protesto etti. Basın Kavşağı’nda sabah saatlerinde toplanan kitle, birçok noktada yaptıkları yürüyüşle kayyımları protesto etti. Seçilmiş Êlih Belediye Eşbaşkanları Gülistan Sönük ve Yeşil Işık’ın da katıldığı direniş sürüyor.
Binlerce kişinin toplandığı Basın Kavşağ’ında Êlih Belediye Eşbaşkanı Gülistan Sönük, şair Ebdulla Peşêw’in “Ta Ku Çiraya Me Geş Nebe” şiirini okudu.
Peşêw’in şiiri şöyle:
“Ta ku çiraya me geş nebe,
Hûn ê tu carî ronahiyê
Bi çavên xwe nebînin.
Ta ku em dîl û kole bin,
Em ê her mîrkut û nîran,
Top û zincîran li we kin!
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Ger em bimirin jî,
Em ê tenê dîlîtiya xwe
Ji dest bidin, wenda bikin.
Ma çi ji dîlîtiyê taltir e?
Ger em bên kuştin jî,
Ma kî ji koleyê şehîd Zaltir e?
Hûn ê me qir bikin?
Xwelî li serê we be!
Piştî mirinê jî
Em nahêlin hûn welatê me
Ji xwe re bikin mal,
Em rê nadin
Hûn goştê me bixwin
Weke qirereşk û qertal!
Qet nebe,
Em ê bibin kurmik,
Bikevin nav dexl û danê we,
Em ê bibin qûmik,
Bikevin nav pariyên nanê we,
Em ê bibin mar û mişk,
Bi we vedin li nav nivînê we,
Em ê bibin mîkrob û şêrpençe,
Biherimînin xwîna we.
Em ê bibin kul,
Her carekê li dereka
Laşê we derkevin,
Em ê bibin jan,
Ji sed aliyan ve
Bi ser we de bên,
Em ê bibin zêrûyên hezarling,
Gewriya we hişk bikin,
Em ê bibin pirzik
Li ber lêvên we.
Hûn şahiyê bikin,
Em ê li we bikin şînî.
Hûn behiyan deynin,
Em ê we bi pêkenînê gêj bikin!
Em ê zimanê we hişk bikin,
Çavan li we tarî bikin!
Em ê bibin mûyê nav nanê we
Û gemar di nav ava we de!”
MA